Hezîran 10, 2021 11:19 Asia/Tehran
  • Serokomarê Amerîkayê li Brîtanyayê ye

Serokomarê Amerîkayê êvara Çarşemê gihişte Brîtanyayê li yekem stasyona xwe ya serdana Ewropayê da ku beşdarî civîna G7 (Grûpa 7) bibe.

Li gorî IRNAyê, Serokomarê Amerîkayê Joe Biden piştî ku gihêşte Brîtanyayê ji hêla kargêrê Amerîkayê yê balyozxana vî welatî û hejmarek karbidestên hikûmeta Brîtanya ve hate pêşwazî kirin. Biryar e ew di rojên pêş de bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û Melekeya vî welatî Elizabeth II re li kêleka civîna G7 bicive.

Biden biryar e ku îro (Pêncşem) bi Boris Johnson re li devera geştiyariyê ya Cornwall, ku ji roja Înê ve civîna G7-ê li wir li dar dikeve wê bi Boris Johnson re bicive.

Biden dê roja Yekşemê piştî bidawîhatina civîna G7 ji Cornwall biçe Qesra paşatiyê ya Windsor ku bi meleke Elizabeth II re hevdîtinê bike. Biden 13emîn serokomarê Amerîkayê ye ku ji dema dest bi kar kiriye bi şahbanûya Brîtanyayê ya 95-salî re hevdîtinek pêk tîne.

Dûvre Biden ji Brîtanyayê diçe Belçîkayê da ku beşdarî Civîna Bilind a welatên endam ên Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) bibe. Li rex civînê, ew ê bi gelek serokên cîhanê re hevdîtin bike, di nav wan de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî heye.

Di vê rewşê de ku têkiliyên Moskow û Waşîngton aloz û nexweş in, hevdîtinek rû bi rû bi Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re jî yek ji bernamên herî girîng ên Biden e di dema gera wî ya Ewropayê de,

Serepeyv