Hezîran 08, 2021 21:49 Asia/Tehran
  • Li Somaliyê di mala ku rêxistina Eş-Şebabê bombe lê çêdikir de teqîn çêbû: 60 kes mirin

Li Somaliyê di mala ku rêxistina terorîst a Eş-Şebabê bombe lê çêdikir de teqîn pêkhat ku di encamê de herî kêm 60 endamên wê rêxistinê mirin.

Rayedarên leşkerî yên ji radyoya artêşa Somalî re daxuyanî dan ragehandin ku bajarokê Ala-Futow ê li herêma Şabelê pisporên rêxistinê yên bombeyan û çekdarên wan di maleke ku teqemenî têde bûn ji ber teqînê herî kêm 60 endamên wê rêxistina terorîst jiyana xwe ji dest dan.

Mala 11 odeyî ya ku amûr û emrazên çêkirina bombeyan têdebû, teqîneke mezin lê pêkhat û ji ber wê teqînê jin û zarokekê jî jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên leşkerî ragehandin, di encama wê teqînê de 6 çekdarên biyanî yên hatine herêmê û jiyana xwe ji dest dane yek ji wan jî Ehmed Sharif ê Afganî bûye.

Artêşa Somalî duh ragihandibû ku li hember rêxistina terorîst a Eş-Şebab di wan 3 heftiyên borî de operasyonan de zêdetirî 10 çekdarên wê rêxistinê kuştine.

Serepeyv