May 04, 2021 22:25 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê pir a metro ji ser derbas dibû hilweşiya û 23 kes mirin

Li paytexta Meksîka, Meksîkoyê pira jor a metroyê li gel trenekê ku ji ser re derbas dibû hilweşiya û di bûyerê de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li rawesteka Olivos a Meksîkoyê ya paytexta Meksîkayê beşek ji riya hesinî hilweşiya.

Rayedaran ragehandin ku vagonên trenê li gel pirê hilweşiyaye û li ser wesayîtên li xwarê de hatiye xwarê.

Di bûyerê de heta naha 23 kesan jiyana xwe ji dest dane û 49 kes jî rakirine nexwaşxanan.

Hat ragehandin gelek ambulans û tîmên agirkuj geheştine cîhê bûyerê û xebatên xwe berdewam dikin.

Derbarê sedema hilweşîna pirê de heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Serepeyv