Tebax 02, 2020 13:09 Asia/Tehran
  • TikTokê bersiva Trump da: Em dê li Amerîkayê bimînin 

Rêvebera TikTokê li Amerîkayê dibêje, “Niyeteke me nîne biçin ti derekê. Em dê bo demeke dirêj li vir bimînin.”

Vannessa Pappas, Rêvebera TikTokê li Amerîkayê li hejmara Twitterê bersiva ‘gef û tohmet’ên Serokê Amerîkayê Donald Trump da.

Pappas li hejmara taybet a kompaniya ByteDance vîdyoyek belav kir û got, “Ez spasiya bi milyonan Amerîkiyan dikim ku her roj TikTokê bikar tînin û xweşî û afirîneriyê li jiyana me zêde dikin. Me piştevaniya we ya zêde dît û em dixwazin spasiya we bikin. Niyeteke me nîne biçin ti derekê. Em dê bo demeke dirêj li vir bimînin.”

Li gor TechCrunchê jî berdevkek ji TikTokê diyar kiriye ku datayên bikarhênerên li Amerîkayê bi awayekî ewle tên depokirin.

Trump jî TikTokê bi komkirina data û zanyariyên hemwelatiyên Amerîkayê ji bo hikûmeta Çînê tohmetbar dike.

Wî berdevkî diyar kiriye ku 100 milyon kes li Ameîrkayê TikTokê bikar tînin û tekezî li ser wê kiriye, “em bi biryar in nihênî û ewlekariya bikarhênerên xwe biparêzin.”

TikTok ku ji aliyê kompaniya Çînî ya bi navê ByteDance ve hatiye pêkanîn, ev heyameke ji aliyê Serokê Amerîkayê ve tê tohmetbarkirin û Donald Trump berî 2 rojan jî aşkere kiribû ku ew dê TikTokê qedexe bikin.

Koşka Spî ragihandibû ku Trump amadekarî dike ku bo îmzekirina biryareke fermî ji bo neçarkirina kompaniya ByteDance ku dawî li TikTokê bîne.

Serepeyv