Tebax 02, 2020 11:18 Asia/Tehran
  • Bagera Îsaîasê bandor li Florîdayê jî kir

Bagera Îsaîasê ku li Bahamasan bi bandor e, ji duh ve xwe gihandiye peravên eyaleta Florîda ya Amerîkayê.

Bagera Îsaîasê ku hêza wê li saetê 130 kîlometre ye, ji Bahamayan gihîşt peravên eyaleta Florîda ya Amerîkayê. 

Li gorî daxuyaniya Navenda Bagerê ya Neteweyî ya Amerîkayê, hêz û leza bagerê kêm nabe. Tê payin ku roja Yekşemê (îro) bandoreke xurt bike û ji sibe û pê ve hêza wê kêm bibe.

Hişyariya têkildarî bagerê li herêmên cuda yên eyaletê hatin dayin. Hêzên parastina peravê û pisporên meteorolojiyê dibêjin ku li herêmên peravê dibe ku ava deryayê bilind bibe, baraneke zêde bibare û lehî rabe.

Îsaîsasê li Porto Rîko û Bahamayan bandoreke giran kir. Ji ber bagerê rê bi heriyê hatin girtin, qadên çandiniyê tune bûn û av li malan qewimîn.

Serepeyv