Tebax 01, 2020 20:08 Asia/Tehran
  •  Serokê Amerîkayê Trump:

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji bo qedexekirina platforma medyaya civakî TikTok ku navenda wê Çîn e, ewê biyarnameyê derxe.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Trump piştî seredana xwe ya eyaleta Floridayê, di vegera paytext Washington DC'yê da di balafirê da bersiva pirsên rojnageran da.

Trump diyar kir ku ew demek e ew li ser tedbîrên dijî TikTok difikirîn û wiha got, "Emê TikTokê li Amerîkayê qedexe bikin."

Trump her wiha got ku niha rayeyên aboriyê yên rewşa bilez ên wî hene, ji bo qedexekirina TikTokê ewê van rayeyên xwe biemilîne, an jî ewê biryarnameyeke serokatiyê derxe.

Trump bal kişand ku îhtimal e ew di nava roja şemiyê da jî rengekî fermî bide vê biryara xwe.

 

 

 

Serepeyv