Tîrmeh 12, 2020 21:14 Asia/Tehran
  • Jimara pêketîyên Koronayê li cîhanê 12 milyon derbas kir

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johnis Hopkinsê, li seranserê cîhanê 12 milyon û 720 hezar û 798 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 3 milyon û 200 hezar kesî ye.

Li dû Amerîka bi  milyonek û 800 hezar pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 849 hezar pêketiyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa koronayê li Amerîka bi qasî 135 hezar kes jîyanên xwe ji dest dane û li dû wê bi 71 hezar û 469 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di meha berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî welatên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johnis Hopkinsê nîşan didin ku li Çînê pirtir ji 85 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar 641 kes bi wê mirine.