Tîrmeh 04, 2020 21:47 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Fransayê li DAIŞ`iyekî 30 sal ceza birî

​​​​​​​ Dadgehekê li Parisê serçeteyekî DAIŞ`ê û yek ji serçeteyên terorê ya Fransayê 'Tyler Velos' bi tewana di salên 2013`an û 2015`an de li Sûriyê sûc pêk anîne, 30 sal lê birî.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Serokê dadgehê xîtabî serçete kir û got got: "Dadgehê biryara kêmkirina cezayan li dijî te daye, ji ber xwest tu xwe biguhere û di dawiyê de tenê 30 sal li te birî."

Dozger diyar kir ku divê herîkêm sûcdar bi dema zêdetirî nîvê cezayê di girtîgehê de be, anku tu sûdê beriya dema 20 salan di girtîgehê de temam bike, wernagire.

Tyler Velos yek ji terorîstên fransî ye ku di dawiya 2012`an de derbasî Sûriyê bû û di demên dawî jî vegeriya Fransayê.