Tîrmeh 03, 2020 20:29 Asia/Tehran
  • Amerîka: Nabe ti hêzên biyanî li Lîbyayê hebin

 Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, “nabe li Lîbyayê ti milîşe û hêzên biyanî hebin û divê hemû Lîbyayî ji aliyê hêzeke ewlehî ya niştimanî û berpirsyar ve bêne parastin.”

Derbarê rewşa Lîbyayê de, û piştî zêdetirbûna nakokiyên navbera welatên alîgir û piştevanê herdu eniyên li wî welatî, Amerîkayê nûtirîn helwêsta xwe aşkere kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Piştî civîna hikûmeta Amerîkayê li gel nûnerên hikûmeta Wifaqa Niştimanî û gotûbêjkirina pirsa tevlîkirina milîşan di nava artêş û hêzên ewlehiyê yên wî welatî de, hikûmeta Amerîkayê hevdem li gel cîbicîkirina siyaseta bêalîtiyê derbarê Lîbyayê de, tekez dike ku divê hemû hêzên milîşe ên li Lîbyayê tevlî artêş û hêzên ewlehî yên niştimanî yên wî welatî bibin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Divê tevahiya Lîbyayiyan ji aliyê hêzêke niştimanî ya berpirsyar ve berevanî li wan bê kirin û bêne parastin, nabe milîşe, grûpên çekdar û hêzên biyanî li Lîbyayê bimînin.”

Ew daxuyaniya Amerîka di demekê de ye, ku Tirkiyê ji bilî şandina çek û hêzên artêşa xwe, çekdarên grûpên Sûrî jî şandine wî welat û piştgiriya hikûmeta li Trablusê ya bi navê Wifaqa Nîştimanî dike.

Herwiha li Lîbyayê çekdarên grûpa Wagner a Rûsî jî hene ku ji serbazên xanenişîn ên Rûsyayê pêk tê û piştgiriya hêzên Hefter dikin.

Misir, Îmarat û Rûsya weke piştevanên sereke yên hêzên Hefter tên naskirin. Herwiha Yunan û Fransa jî ji destwerdanên Tirkiyê nerazî ne.

Li aliyê din, Tirkiye û Qeter piştevanê serekî yê hikûmeta Serrac a li Trablusê ne, herwiha hikûmeta li Trablusê ji aliyê Amerîka, gelek welatên ewropî û Netewên Yekgirtî ve bi fermî tê naskirin.