Hezîran 02, 2020 19:23 Asia/Tehran
  • Mirina serokê Talîbanê ji ber vîrusa korona û derewandina vê nûçeyê ji aliyê Talîbanê

Hatibû ragihandin ku serokê rêxistina Talîbanê Mela Heybetullah Axundzade ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye. Lê belê piştî vê yekê Koma Talîban ev nûçeya derew da zanîn û diyar kir ku ew sax e.

Balavoka Foreign Policy ya Amerîkayê ragihandibû ku serokê rêxistina Talîbanê Mela Heybetullah Axundzade bi vîrusa koronayê ketibû û hat zanîn ji ber heman vîrusê jiyana xwe ji dest daye. mela Heybetullah Axundzade wek serokekî Talîban ku li gel Amerîkayê rûnişt û dest bi hevdîtinên aştiyê kirî tê nas kirin.

Hatibû destnîşan kirin ku di serokê nû yê rêxistina Talîbanê Heybetullah Axundzade de vîrusa korona heye û ji ber wê jî nekarîbû demên dawiyê de beşdarî civînên Talîbanê bibe.

Eva di rewşekê de ye ku berdevkê Talîban Zebîhullah Mucahid îro ev nûçeya balavoka Foreign Policy ya Amerîkayê bitûm derew da zanîn û got ku ew hîn serokê Tevgera Talîban e.

Di vê navberê de hin karzanîn meselên siyasî yên Efxanistanê dibêjin Medya Amerîjkayê bi weşandina nûçeyên wiha dixwazi raya giştî bixapînin da ku di navbera serokên Talîban nakokî û neyariyê çêbike ji bo ku muzakireya aştiyê ya komên Efxan û Talîban negihêjin encamê.