Hezîran 01, 2020 18:08 Asia/Tehran
  • Rêxistina Lêborandina Navneteweyî: Li Komara Azerbaycanê rexnekir bi mehneya têkoşîna dijî Koronayê girtin

Rêxistina Lêborandina Navneteweyî ragihand ku Komara Azerbaycanê rexnekirên dijî dewletê bi mehneya têkoşîna dijî Vîrûsa Koronayê digire.

 

Li gorî rapora malpera Rastiyên Qefqazê ji zarê ajansa nûçeyan a Toranê, Rêxistina Lêborandina Navneteweyî roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê nivîsî: Dewleta Komara Azerbaycanê jibo zext û şopandina dijber û rojnamevanên serbixwe, Pandemiya Koronayê bi kar aniye.

Nataliya Nozadze lêkerê vê rêxistinê li warê Qefqaza Başûr got: "Di halekî da ku dilgiraniya ji ber rewşa zîndaniyan li zîndanên Komara Azerbaycanê zêde bûye, dewlet dewsa azadkirina zîndaniyên siyasî, bi mehneya têkoşîna dijî Koronayê hejmareke zêdetir a rexnekiran digire.

Demek beriya nih ajî Cana Kawlî Serokê Ofîsa Raporterên Sînornenas di beşa Ewropaya Rojhilatî û Asyaya Navîn tevî rexneya ji zexta hikûmetê li ser çapemeniyê li Komara Azerbaycanê, got: Komara Azerbaycanê qeyrana KOVÎD-19'ê wek darê destan jibo zêdekirina zext  û sansûrê bi kar tîne.