Çile 14, 2020 13:32 Asia/Tehran
  • Dîwana Bilind a Amerîkayê dengê Na da destdanîna ser beşeka heyitiyên Îranê

Dîwana Bilind a Amerîkayê dengê dadgeheka di asta nizimtir da jibo destdanîna beşek ji heyitiyên Banka Navendî ya Îranê red kir.

Li gorî rapora Reutersê, Dîwana Bilind a Amerîkayêroja Duşemiyê biryara redkirina destdanîna ser miliyarek û 680 miliyon dolar ji heyitiyên Banka Navendî ya Îranê li welatên Lokzambûrg û Îtalyayê da.

Banka Navendî ya Îranê li kêleka bankên Lokzambûrg û Îtalyayê itiraza xwe li dijî dengê dadgeha nizimtir a Amerîkayê derbarê îmkana destdanîna ser vê heyitiya Îranê li derveyî Amerîkayê nîşan dabûn.

Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê qanûnek wek mitemimê Pêşnumaya Bûceyê wajo kiriye ku li gorî dadsgehên Amerîkayê rê didin xwe ku jibo destdanîna ser heyitiyên Îranê li derveyî Amerkayê bikevin tevgerê,.

Dadgeha Lokzambûrgê hewildana Amerîkayê jibo destdanîn û jêstandina heyitiyên Komara Îslamî ya Îranê li dijî qanûnên navneteweyî daye zanîn û ew red kiriye.