Çile 14, 2020 09:08 Asia/Tehran
  • Xelîfe Hefter Peymana Agirbesa Lîbiyê wajo nekir

Xelîfe Hefter, Fermandarê Hêzên nasyar bi Aertêşa Neteweyî ya Lîbiyê ku jibo lihevkirina digel Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbiyê çûbû Moskovayê, bêyî ku Peymana Agirbesê wajo bike, axa Sûriyê terikand.

Çavkaniyên nûçeyan berbanga Sêşemiyê ragihandin ku hevdem digel serneketina gotûbêjên Artêşa Neteweyî ya Lîbiyê û Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbiyê li Moskovayê, pevçûn li başûrê Trablosa paytexta vî welatî dest pê bûne.

Aliyên şêrr li Lîbiyê roja Şemiyê pejirandibûn ku roja Yekşemiyê peçûnan bidin rawestandin û biryar bû ku jibo bifermînaskirina vê agirbesê, peymaneka fermî ya agirbesê li Moskovayê wajo bikin.

Gotûbêjên Wezîrên karên derve û Berevaniyê yên Rûsiye û Tikriyê sibeha Duşemiyê dest pê bû û piştre desteya aliyên Lîbiyê bi sergêriya Fayîz Sirac Serokê Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbiyê û Xelîfe Hefter Serokê Artêşa Neteweuyî ya Lîbiyê tevlî van gotûbêjan bûn ku zêde ji heft saetan dirêj bû.

Niha du navendên desthilatê li Lîbiyê hene. Yek ji wan dewleta bicihbûyî li Trablosê ye ku ji aliyê NY va bi fermî hatiye naskirin û ya din li bajarê Tibriqê li rojhilata Lîbiyê ye û ji aliyê Imarat, Misir, Erebistana Siûdî û çend welatên ewropî va tê piştgirîkirin.

Koma nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandetiya Xelîfe Hefter ku bi salan bi piştevaniya Erebistan, Misir û Imaratê rojhilata Lîbiyê kontrol kiriuye, di çend mehên dawî de jibo dagirkirina Trablosa paytexta vî welatî operasiyona leşkerî cih aniye, lê heta niha ser neketiye.

Ji destpêka vê êrîşê heta niha zêde ji 1100 kes li Trablosê hatine kuştin, herîkêm 5700 kes birîndar bûne û zêde ji 146 hezar kes aware bûne.