Kanûn 04, 2019 09:08 Asia/Tehran
  • London-Xwenîşandana li dijî Trump

Hevdemê serdana serokomarê Amerîkayê Donald Trump bo Londonê paytexta Brîtanyayê ji bo beşdariya li rûniştina serokên welatên endamên NATOyê, xelkê vî bajarî li dijî wî xwenîşandan lidarxist.

Li gor IRNAyê duh bi sedan kesan li Londonê plakardên li dijî Trump rakirin ku li ser wan nivîsîbûn  "Ne ji Trump re û  Ne ji cengê re" û bi vî awayî sefera serokomarê Amerîkayê bo Londonê şermezar kirin.

Xwenîşanderan herwiha alayên Filistîn û plakardên ji bo piştgiriya ji Filistînê rakiribûn. Li ser hin plakardan nivîsîbûn ku Trump nejadperest e.

Trump ji bo beşdariya li rûniştina NATO ya Londonê çûye vî bajarî. Ev rûbniştina duh û îro li Londonê li dar ketiye.

29 welatên endamên NATOyê di rewşekê heftî saliya pêkhatina vê Rêxistina Leşkerî  lidar têxin ku nakokî û dijberiyên kûr di navbera endamên wê pêk hatin û vê yekê pêşeroja wê nezelal û bi dûman kiriye.