Trump ji ber gotinên liser NATO`yê Mecron da ber rexneyan
Serokomarê Amerîkayê got ku Serokomarê Fransayê meseleya derbarê NATO`yê de mezin dike.
Ligorî rapora Kanala Nûçan a Al Jazeerayê, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di hevdîtina digel Yens Istoltênbêrg Sêkrêtêrê NATO`yê li Londonê de got: "Tişta ku Emanuel Mecron Serokomarê Fransayê derbarê NATO1yê de got, mubalixe û cureke bêrêzî bû."
Serokomarê Fransayê Emanuel Mecron vê dawîyê got ku NATO tûşî rawestana mejî bûye.
Trrump herwiha got: "Amerîka xêra herîkêm ji NATO`yê dibîne û alîkarîya Ewrûpayê dike."
Trump xwe jî berî vîya gotibû ku NATO idî sazîyeke rizî ye.
Serokomarê Amerîkayê di dewama piçûkirina Erebistanê de got: "Me peywendîyên baş digel Erebistanê hene û me hejmarek leşkerên xwe şandin wî welatî û seûdî bi milyonan Dolarî didin Waşîngtonê."
Serokomarê Amerîkayê herwiha got: "Serederîya YE`yê himberî Waşîngtonê di mijara ticaretê de gellekî dûrî dadperwerîyê ye."
Sêkrêtêrê NATO`yê jî di hevdîtina digel Trump de xwest ku ew zêdetir bala xwe bide ser NATO`yê û liv û tevgerên Çînê.
Trump jibo pişkdarîya di civîna Serokên NATO`yê de îro gihîşt Londonê.