Cotmeh 12, 2019 19:31 Asia/Tehran
  •  Bersiva Co Baydên bo îhaneta Trump

Îhaneta Serokkomarê Emerîkayê bo hevrikê wî yê muhtemel li hilbiajrtinên 2020`an a vî welatî, bûye sedem ew bertekê nîşan bide.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Co Baydên hevrikê  muhtemel ê sereke yê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li hilbijartinên sala 2020`an Trump dilniya kir ku qirar nîne bi êrişên qirêj sehneyê biterikîne.

 Co Baydên di twîtera xwe de wek berteka li hember êrişa devkî  û bi îhanet ya Trump nivîsî: Ew nikare min xera bike û malbata min ji nav bibe. 

 Trump îniyê şevê li axiftinekê li bajarê Mînapolîsê bi peyvên kirêt êrişî Co Baydên kir. 

 Serokkomarê Emerîkayê tevî bikaranîna peyvên  kirêt ku piraniya medyan ew neweşandin, Hanter Baydên kurê Co Baydên bi wergirtina yek miyar û 500 milyon dularî tawanbar kir û xitabî wî got: Bavê te tu carî mirovekî jîr û senatorekî baş nebûye.