Cotmeh 08, 2019 09:47 Asia/Tehran
  • Koreya bakur derheq hilêxistina mesela mûşekî li Konseya Ewlehiya NY hişyarî da

Koreya bakur derheq hilêxistina mesela cerbandina mûşekî ya vî welatî li Konseya Ewlehiyê ya NY ji aliyê Amerîka û hin welatên ewropî hişyarî da.

Ajansa Reutersê ragihand ku Koreya bakur şeva borî Amerîka, Frasa, Brîtanya û Almanya hişyar kirin ku hilêxistina  mesela cerbandina mûşekî  ya vî welatî li Konseya Ewlehiyê ya NY wê bibe sedema zêdebûna hewldanên Piyong Yangê di çarçêva parastina hekimiyeta neteweya xwe de.

Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî biryar e îro di rûniştineke veşartî de mesela cerbandina mûşekan ji aliyê Koreya Bakur hilkole.

Nûnerê Koreya bakur li NY ser vê yekê got: Amerîka û hevpeymanên wê divê bizanin heke mesela pêngavên hakimiyeta Koreya bakur li rûniştina Konseya Ewlehiyê bikeve rojevê, Piyong Yang neçare hewldanên xwe ji bo parstina serwerî û hakimiyeta xwe ya neteweyî zêde bike.