Cotmeh 07, 2019 21:11 Asia/Tehran
  • Pêntagon: Me fermana derketina tam a hêzên Emerîkayê ji Sûriyê wergirt

Rayedarekî pilebilind li Wezareta Berevaniya Emerîkayê( Pêntagonê) roja duşemiyê li axiftinekê raghand: Pêntagonê hin ferman ji dewletê bo paşdevekişyana tam ji Sûriyê li gor cedweleke demê ya demkurt wergirtiye.

 Vî rayedarî ku nexwest navê wî were girtin li gotûbêja bi televîzyona El-Hureyê bi raghandina  vê nûçeyê teqez kir: Hêzên emerîkî valakirina  meqerên xwe û derketina kelûmelên  eskerî yên xwe ji bakurê rojhilata  Sûriyê destpê kirine.

 Ev nûçeya li halekê hatiye weşandin ku Donald  Trump serokkomarê Emerîkayê vê sibê li twîtekê paşdevekişyana eskerên emerîkî ji Sûriyê raghand.

 Ji aliyê di ve sênator Lîndsî Graham ê komarîxwaz nêzîkî Trump, kiryara wî weke karesatekê nirxand û got: Ev plana  rewşê bo êrişa eskerî ser kurdan amade dike.

 Trump nûça derketina hêzên emerîkî ji Sûriyê cara ewil dawiya sala 2018`an raghand biryara ku bû sedema  îstifaya Cîyms Metîs, wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê.