Cotmeh 07, 2019 07:57 Asia/Tehran
  • Kongireya Amerîkayê: Pompêo  di lêkolînên Istîzaha Trump da hevkariyê nake

Serokê Komîteya Pêwendiyên derveyî ya Kongireya Amerîkayê roja Yekşemiyê ragihand ku Mayk Pompêoyê wezîrê karên derve yê vî welatî heta niha di warê riswatiya Ukrayn Gêytê (Ukraine Gate) bi vê komîteyê ra hevkarî nekiriye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Êliyot Engêl hêvîdarî kir ku Pompêo jibo lêkolîna Kongireyê hevkariyê bike.

Komîteyên Pêwendiyên derveyî, Zanyarî û Çavdêrî û Reforman a Kongireya Amerîkayê roja Îniyê 27ê Îlonê bi şandina nameyeka hazirkirinê bo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê daxwaza bidestxistina belgeyên têkildarî Ukraine Gate kirin. Her wiha li gorî ragihandina kanala ABC Newsê, duyemîn aşkirakerê istixbaratî yê dosyeya têkildarî têkilliya Donald Trump digel serokomarê Ukraynê biryar e di vî warî da şehedî bide.

Mark Zêyd parêzerê kesê ku yekem car têkilliya Trump tev Vilodîmîr Zêlênskî serokoamrê Ukraynê haydar aşkira kir qala kesekî duyem kiriye ku piştî gotûbêja bi lêpirs ra biryar e di vê dosyeyê da şehediyê bide.

Mark Zêyd di hevpeyivîna digel vê kanalê da ragihand ku kesê navbirî wek Rayedarekî Istixbaratî tê zanîn ku zanyariyên destê yekem di vê dosyeyê da heye.

Êmî Bêrmên Cekson dadwerê navçeyî yê Amerîkayê jî bi biryarekê ku roja Pêncşemiyê ragihandiye Koşka Sipî, ferman daye ku sabiqeyên têkildarî civîn, têkilliyên telefonî û têkilliyên din ên Trump digel serokên welatên din bi awayê seretayî û bêyî guhertinê ragire.

Trump van rojan tûşî riswatiyeke nû bi navê Ukrayn Gate bûye.

Vê dawiyê aşkirakerekî nenas ragihand ku Trump dawiya Tîrmehê di têkilliya telefonî tev Vilodîmîr Zêlênskî hevtayê xwe yê Ukraynî ji wî xwestiye ku hin agahiyan bide ber destê wî ku dikare derbeyê li kesayetiyê Co Baydên berendamê Dêmokratan di hilbijartina 2020 a Amerîkayê û hevrikê sereke yê wî xîne.

Piştî vê riswatiyê, pêvajoya lêkolînên Istîzaha Trump li ser fermana Nansî Plosî, seroka Kongireyê dest pê bû.

Heta niha herîkêm 225 endamên Kongireyê ji plana Istîzaha Trump piştevanî kirine.