Îlon 13, 2019 12:35 Asia/Tehran
  • Waşîngton: Sîyaseta Zexta Herîzêde ya dijî Têhranê dê were domandin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Sîyaseta Zexta Herîzêde ya wî welatî dijî Komara Islamî ya Îranê dê were domandin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortegas got ku ``zexta herîzêde`` ya Waşîngtonê ser Têhranê dê were domandinê lê, Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump amade ye bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re hevdîtinê pêk bîne.

Wezîrê Xizînedarîya Amerîkayê Steven Mnucih jî di vî warî de got ku Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo , ez û endamên din ên Civata Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê di halê sepandina istiratêjîya zexta herîzêde ser Îranê de ne.

Wezîrê Xizînedarîya Amerkayê derbarê ihtimala hevdîtina Rûhanî û Trump li NY de got ku Serokomarê Amerîkayê gotîye ku jibo hevdîtina digel Hesen Rûhanî bêyê merc amade ye.