Îlon 13, 2019 10:09 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Pûtîn ser pêwîstîya rêzgirtina li serwerîya netewî ya Sûrîyê

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê ragihand ku Serokomarê wî welatî Vladmîr Pûtîn di hevdîtina digel Serokwezîrê Israyîlê Benyamîn Natanyahû de pêgirî ser pêwîstîya rêzgirtina li serwerîya netewî û yekperçetîya axa Sûrîyê kirîye.

Ligorî rapora Televîzyona Rusia Al Yewmê, Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey Lavrov herwiha got: Di wê hevdîtina Pûtîn û Netanyahû de pêgirî ser bandorên nerênî yên boykotên Amerîka û Ewrûpayê ser dewleta Sûrîyê de jî hat kirinê.

Lavrov herwiha got: Her du alîyan di wê hevdîtinê de tevî hilkolandina pirsgirêkên navnetewî, bala xwe dan ser rewşa rojavaya Asyayê û bakura Afrîqayê û nemaze qeyrana Sûrîyê û çareserkirina wê.

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê herwiha got: Netanyahû û Pûtîn derbarê pêngavên piştgirane yên Moskowê derheq dewleta Sûrîyê û têkoşîna wê himberî têrorîstên li Idlibê de jî gotûbêj kirin.

Ligorî wê raporê, Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst jî basa qaşo dilgiranîyên xwe yên têkildarî gefên himberî ewlehîya vê rêjîma talanker kirîye.