Potensiyela zêde ya Îranê di hinardekirina Giyayên Dermanî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i353235-potensiyela_zêde_ya_Îranê_di_hinardekirina_giyayên_dermanî_da
Sekreterê Erkantiya Pêşxistina Aboriya Zanistbingeh a Zanist û Teknolojiya Giyayên Dermanî û Pizîşkiya Kevneşopî ya Îranê qala potensiyela zêde ya Îranê di hinardekirina giyayên dermanî da kir.
(last modified 2025-02-04T06:07:01+00:00 )
Sibat 04, 2025 09:35 Asia/Tehran
  • Potensiyela zêde ya Îranê di hinardekirina Giyayên Dermanî da

Sekreterê Erkantiya Pêşxistina Aboriya Zanistbingeh a Zanist û Teknolojiya Giyayên Dermanî û Pizîşkiya Kevneşopî ya Îranê qala potensiyela zêde ya Îranê di hinardekirina giyayên dermanî da kir.

Civîna Vekolandina Derfet û Pirsgirêkên Bazirganiya Giyayên Dermanî ya Îranê bi amadebûna Sekreterê Erkantiya Pêşxistina Aboriya Zanistbingeh a Zanist û Teknolojiya Giyayên Dermanî û Pizîşkiya Kevneşopî ya Îranê îro hat lidarxistin.

Damon Rezmcûyî Sekreterê Erkantiya Pêşxistina Aboriya Zanistbingeh a Zanist û Teknolojiya Giyayên Dermanî û Pizîşkiya Kevneşopî ya Îranê tevî amajeya bi pêşengbûna îraniyan di zanista pizîşkî û giyayên dermanî da got: Meraqa zêde ya xelkê bo pizîşkiya kevneşopî û bikaranîna giyayên dermanî bi taybet di salên dawî da, nîşan dide ku civak ji bo parastina tenduristiyê berê xwe dide şêwazên xwezayî û kevn.