Çîniyan roboteke masajder çê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i352684-Çîniyan_roboteke_masajder_çê_kirin
Zanyarên çînî robotek çê kirine ku teqlîda tevgerên masaja çînî ji bo armancên dermanî dike.
(last modified 2024-12-28T08:00:58+00:00 )
Kanûn 28, 2024 11:29 Asia/Tehran
  • Çîniyan roboteke masajder çê kirin

Zanyarên çînî robotek çê kirine ku teqlîda tevgerên masaja çînî ji bo armancên dermanî dike.

Li gor rapora Tech Xploreê, salên dawî zanyarên robotîkê bereyeke berfireh a pergala dîzayn kirine ku di dawiyê da dibe ku li warên tenduristî û dermankirinê da bên bikaranîn. Ev sîstem robotên pizîşkî û ew robot in ku ji bo hevrêtîkirina mirovan û alîkariya bo wan hatine çêkirin.

Lêkolerên Zanîngeha Ciyao Tongê ya Şanghaya Çînê û Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Şanghayê vê dawiyê pergaleke robotîk çê kirine ku dikare bi bikaranîna şêwazên Pizîşkiya Kevneşopî ya Çînî (TCM) bedena mirov masaj bide.

Ev pergala robotîk pêkhatî ji du baskên robotîk ên Yjaka zhu ye ku di dawiya her yekê da, destekî pirr-mebest hatiye sazkirin. Ev destê mekanîkî ji hêla teşe û mezinahiyê va weke destê mirov e û şêwazên masajdana bedenê li Pizîşkiya Kevneşopî ya Çînî teqlîd dike.