Êşbirra nû tam cihê êşê dike armanc
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i352138-Êşbirra_nû_tam_cihê_êşê_dike_armanc
Zanyaran karîne êşbirreke bêyî bandora girêdayîbûnê çê kirine ku heta wê demê ku tûşî êşeke demdirêj nebe, bi awayekî neçalak di bedenê da dimîne.
(last modified 2024-11-15T03:37:18+00:00 )
Tesrîn 15, 2024 07:05 Asia/Tehran
  • Êşbirra nû tam cihê êşê dike armanc

Zanyaran karîne êşbirreke bêyî bandora girêdayîbûnê çê kirine ku heta wê demê ku tûşî êşeke demdirêj nebe, bi awayekî neçalak di bedenê da dimîne.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Malpera New Atlasê, ev hebê nû yê êşbirr berovajî êşbirrên din, li dewsa hêdîkirina rehên ku sîgnalên êşê diguhezînin, bi awayê rasterast sedema sereke ya êşê ji nav dibe.

Çêkerên vê êşbirra nû vê demê li ser testkirina vî dermanî di ceribandinên mirovî da dixebitin.

Ev derman ku navê Prodrug lê hatiye kirin, digel dermanên din ciyawaz e û heta wê demê ku tûşî şert û merceke taybet di ebdenê da nebe ku wê çalak bike, di rewşa neçalak da dimîne.

Bi gotineke zanistî, pêşderman derman an jî pêkhateyeke dermanî ya neçalak e ku piştî bikaranînê metabolîze dibe û vediguhere dermanekî çalak.