Xelatbirên Nobela Fîzîkê ya 2024an hatin nasandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i351645-xelatbirên_nobela_fîzîkê_ya_2024an_hatin_nasandin
Xelata Nobela Fîzîkê ya 2024an gihîşte John Hopfield zanyarê amerîkî û Geoffery Hinton zanyarê inglîzî-kanadayî.
(last modified 2024-10-08T06:57:16+00:00 )
Çirî 08, 2024 10:26 Asia/Tehran
  • Xelatbirên Nobela Fîzîkê ya 2024an hatin nasandin

Xelata Nobela Fîzîkê ya 2024an gihîşte John Hopfield zanyarê amerîkî û Geoffery Hinton zanyarê inglîzî-kanadayî.

Li gorî rapora IRNAyê, Roja Sêşemiyê 8ê Cotmehê John Hopfield û Geoffery Hinton ji ber keşifkirin û dahênanên ku hînbûna maşînî digel Şebekeyên Neural ên Çêkirî an jî ANN (Artificial Neural Networks) mumkin dike, wek wergirên îsal ên Xelata Nobela Fîzîkê hatin nasandin.

Jonh Hopfield jidayîkbûyîyê 15ê Tîrmeha 1933an li Amerîkayê, fîzîkzan û mamosteyê Zanîngeha Prînstonê ye.

Geoffery Hinton jidayîkbûyîyê 6ê Kanûjna 1947an li Londonê, derûnnasê îdrakî û zanyarê zanitên komputerê ye û zêdetir ji ber xebata di warê ANN'ê da hatiye naskirin. Ew mamosteyê Zanîngeha Torontoyê ye û ji sala 2015an va dema xwe navbera Google û Zanîngeha Torontoyê dabeş kiriye.