ChatGPT dê naveroka kovarên binavûdeng jî bi kar bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i350686-chatgpt_dê_naveroka_kovarên_binavûdeng_jî_bi_kar_bîne
Kompaniya OpenAIyê ji niha û pê va dê naveroka kovarên binavûdeng ên weke WIRED, Vogue û The New Yorkerê ji bo bersivên ChatGPTê bi kar bîne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tebax 22, 2024 14:16 Asia/Tehran
  • ChatGPT dê naveroka kovarên binavûdeng jî bi kar bîne

Kompaniya OpenAIyê ji niha û pê va dê naveroka kovarên binavûdeng ên weke WIRED, Vogue û The New Yorkerê ji bo bersivên ChatGPTê bi kar bîne.

Li gorî rapora ISNAyê, Kompaniya OpenAIyê ji niha û pê va dê naveroka kovarên binavûdeng ên weke WIRED, Vogue û The New Yorkerê ji bo bersivên ChatGPTê bi kar bîne. Ji ber ku 'Condé Nast' ku xwediya van ko0varan e digel vê startupa Hişê Çêkirî girêbest girêdaye.

Kompaniya Condé Nast komeleke medyayî ye ku xwediya kovarên weke The New Yorker, Vogue û Wiredê ye û niha şirîkatiyeke çend salî digel Kompaniya OpenAIyê ji bo nîşandana naveroka kovarên di bin xwedîtiya Kompaniya Condé Nastê li chatbota ChatGPTê, her wiha robota SearchGPTê ku matora lêgerînê ya seretayî ya vê kompaniyê ye, ragihandiye.

Ev hevkarî di germegerma nîgeraniyên zehf li ser bikaranîna bêdestûr a naveroka weşanan ji aliyê kompaniyên Hişê Çêkirî va pêk tê.

Meha derbasbûyî Kompaniya Condé Nastê nameyek ji startupa lêgerînê ya Perplexityê ya çalak di warê Hişê Çêkirî ra şand û ji ber bikaranîna naveroka wê kompaniyê ji bo çêkirina bersivan, ew bi sûcê Diziya Wêjeyî tawanbar kir.