Roboteke ewqasî deqîq ku dikare mêweyan sîs bike hat çêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i350034-roboteke_ewqasî_deqîq_ku_dikare_mêweyan_sîs_bike_hat_çêkirin
Robota nû ya Enstîtûya Teknolojiyê ya Masaçûsêtê (MIT) ewqasî deqîq e ku dikare hêdîka bi destekî xwe dolmikê (Zucchini) digire û bi destê din wê sîs dike.
(last modified 2024-07-30T11:35:50+00:00 )
Tîrmeh 30, 2024 14:20 Asia/Tehran
  • Roboteke ewqasî deqîq ku dikare mêweyan sîs bike hat çêkirin

Robota nû ya Enstîtûya Teknolojiyê ya Masaçûsêtê (MIT) ewqasî deqîq e ku dikare hêdîka bi destekî xwe dolmikê (Zucchini) digire û bi destê din wê sîs dike.

Li gorî rapora ISNA'yê, Lêkolerên Enstîtûya Teknolojiyê ya Masaçûsêtê (MIT) roboteke nû çê kirine ku dikare hin karên mitbexê weke sîskirina mêweyan bi rehetî pêk bîne.

Ev sîstima robotîk bi xebitandina dest û pêçiyên xwe dikare mêwe û zadên weke dolmik û bacanan bi rehetî bizivirîne û bi destê xwe yê din wan sîs bike.