Pêla nû ya nexweşiyên bêhnkişandinê li Çînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i344974-pêla_nû_ya_nexweşiyên_bêhnkişandinê_li_Çînê
Komîsyona Neteweyî ya Tenduristî û Paqjiyê ya Çînê qala belavbûna pêleke nû ya nexweşiyên bêhnkişandinê li vî welatî kir.
(last modified 2023-11-24T06:11:37+00:00 )
Tesrîn 24, 2023 08:22 Asia/Tehran
  • Pêla nû ya nexweşiyên bêhnkişandinê li Çînê

Komîsyona Neteweyî ya Tenduristî û Paqjiyê ya Çînê qala belavbûna pêleke nû ya nexweşiyên bêhnkişandinê li vî welatî kir.

Kanal El-Cezîreyê roja Pêncşemiyê ji zarê Komîsyona Neteweyî ya Tenduristî û Paqjiyê ya Çînê ragihand ku hejmara tûşbûyîyên bi nexweşiyên bêhnkişandinê ji wan Zaturiye, KOVÎD-19 û ARV'ê li bakurê vî welatî nemaze li nav zarokan zêde bûye.

ARV cûreyeke taybet a vîrûsên têkildarî nexweşiyên bêhnkişandinê ye.

Hîn diyar nîna ku hegera zêdebûna hejmara tûşbûyîyên bi nexweşiyên bêhnkişandinê li Çînê çi ye.