5 mûmyayîyên hezar salî li Pêrûyê hatin vedîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i344942-5_mûmyayîyên_hezar_salî_li_pêrûyê_hatin_vedîtin
Wezareta Çandê ya Pêrûyê qala vedîtin û keşfkirina pênc mûmyayîyên hezar salî li Lîmaya paytexta vî welatî kir.
(last modified 2023-11-22T12:37:21+00:00 )
Tesrîn 22, 2023 16:06 Asia/Tehran
  • 5 mûmyayîyên hezar salî li Pêrûyê hatin vedîtin

Wezareta Çandê ya Pêrûyê qala vedîtin û keşfkirina pênc mûmyayîyên hezar salî li Lîmaya paytexta vî welatî kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Wezareta Çandê ya Pêrûyê ragihand, Mûmyayîyên çar zarok û mezinekî bi kevnatiya zêdetirî hezar salî hevrê digel pilekanekê ku kevnatiya wê vedigere sê hezar û 500 sal beriya Mîlada Mesîh ji aliyê kevnarenasan va li navçeya Rîmakê ya Lîmaya paytexta vî welatî hatine keşifkirin.

Leslie Urteaga Wezîrê çandê yê Pêrûyê jî got: Ev keşfên dîrokî yên binirx ayîdî Çanda Mançayê (manchay) ne; Qewma ku di serdema berayî (1800 heta 800 sal beriya Mîladê) li navçeyên navendî yên Pêrûyê niştecih bûn.