Yekem Pêwendkirina tam a Çavê mirov li Cîhanê bi cih hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i344705-yekem_pêwendkirina_tam_a_Çavê_mirov_li_cîhanê_bi_cih_hat
Neştergeran yekem Pêwenda tam a çêv li cîhanê li ser mêrekî bi cih anîn; gerçî ku ew piştrast nînin ku ew bînahiya xwe bi dest bîne.
(last modified 2023-11-11T13:02:02+00:00 )
Tesrîn 11, 2023 15:15 Asia/Tehran
  • Yekem Pêwendkirina tam a Çavê mirov li Cîhanê bi cih hat

Neştergeran yekem Pêwenda tam a çêv li cîhanê li ser mêrekî bi cih anîn; gerçî ku ew piştrast nînin ku ew bînahiya xwe bi dest bîne.

Tîma Neştergeran li New Yorkê roja Pêncşemiyê qala bidawîanîna emeliyata Pêwenda tam a çavî li karkerekî ziyandîtî kirin.

Endamekî tîma neştergeran gotiye, "Ev rastî ku me yekem pêwenda serkeftî ya tevahiya çavî pêk aniye, karekî gellekî hêja ye û gellekan difikirîn ku ne pêkan e."

Wî got: Me pêngaveke mezin a ber bi pêş rakiriye û rê ji bo qonaxa din a vegerandina hêza dîtbariyê xweş kiriye.