Dîroka Qehweyê vedigere kengî?
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i343898-dîroka_qehweyê_vedigere_kengî
Dîroka qehweyê heta bi sedsala 15´an diçe. Muhtemelen destpêka wê ji vê jî kevindtir e, lewma li ser wê hin efsane hene. Qehwe bi halê xwe yê resen  li gorî baweriyê ji Etîyopyayê belav bûye, û gelek efsane li ser vê yekê hene.
(last modified 2023-10-01T11:48:20+00:00 )
Çirî 01, 2023 15:12 Asia/Tehran
  • Dîroka Qehweyê vedigere kengî?

Dîroka qehweyê heta bi sedsala 15´an diçe. Muhtemelen destpêka wê ji vê jî kevindtir e, lewma li ser wê hin efsane hene. Qehwe bi halê xwe yê resen  li gorî baweriyê ji Etîyopyayê belav bûye, û gelek efsane li ser vê yekê hene.

 

Li ber destê me delîla darîçav a xurt a herî kevin ji sedsala 15´an e ku îşaret pê dike qehwe li Yemenê li dergahên sofiyan qehwe dihat vexarin. Jixwe, piştî vê yekê ne bi gelekî, qehwe tê heta bi Meke û Qahîreyê jî. Di sedsala 16´an de qehwe li seranserê Rojhilata Navîn belav dibe. Pêre jî li Başûrê Hindistanê, Bakurê Efrîkayê, Îran û Tirkiyeyê jî. Ji wir jî qehwe bi lez li Balkanan, Îtalya û Ewrûpaya mayî belav dibe. Herî dawî jî li Başûrê Asya û Emerêkayê qehwe dikeve nav malan û qehwexaneyan.