Volkana Kīlauea'yê li Hawayîyê careke din çalak bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i343554-volkana_kīlauea'yê_li_hawayîyê_careke_din_çalak_bû
Çiyayekî volkanê li Hawayîyê piştî 96 rojan careke din çalêak bû û madeyên sincirî jê hilpirjîn.
(last modified 2023-09-13T01:32:10+00:00 )
Îlon 13, 2023 04:25 Asia/Tehran
  • Volkana Kīlauea'yê li Hawayîyê careke din çalak bû

Çiyayekî volkanê li Hawayîyê piştî 96 rojan careke din çalêak bû û madeyên sincirî jê hilpirjîn.

Li gorî zanyriyên wergirtî ji Resedxaneya Volkanan a Hawayîyê ya Rêxistina Erdnasiyê ya Amerîkayê, hilpirjîneke madeyên sincirî ji Volkana Kīlauea'yê roja Sêşemiyê saet 03:15 li devika vî çiyayî li Parka Neteweyî ya Volkana Hawayîyê qewimiye.

Vê resedxaneyê hişyarî da ku "Gazên derketî bi rêya hilpirjînê dûkela volkanê pêk tînin" û ji niştecihên nêzikî vî çiyayî xwest ku xwe li hemberî pirtikên belavbûyî li hewa ji ber hilpirjîna volklana Kīlauea'yê biparêzin.

Volkana Kīlauea'yê li dirêjahiya perava başûrî ya Girava Hawayîyê ye û ji 300 heta 600 hezar sal temenê wê ye û derdroa 100 hezar sal berê ji deryayê derketiye.