Li Erzinganê xwê ya taybetî vê deverê hinardeyî Ewropayê tê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i342630-li_erzinganê_xwê_ya_taybetî_vê_deverê_hinardeyî_ewropayê_tê_kirin
 Li Erzinganê xwêya xwezayî tê berhemanîn. Her roj karker berê xwe didin navçeya Kemahê ya wê parêzgehê û bi ked û westabûneke zêde xwê ji hewzan derdixin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2023 13:20 Asia/Tehran
  • Li Erzinganê  xwê ya taybetî vê deverê hinardeyî Ewropayê tê kirin

 Li Erzinganê xwêya xwezayî tê berhemanîn. Her roj karker berê xwe didin navçeya Kemahê ya wê parêzgehê û bi ked û westabûneke zêde xwê ji hewzan derdixin.

 

Li hewzên xwêya xwezayî yên li navçeya Kemahê ya parêzgeha Erzînganê karker ji bo bikaribin ji nav avê xwê berhev bikin, di germayeke zêde de kar dikin. Ev xwê ligel firotina bazara navxwe bo welatên wek Holanda, Almanya, Îtalya û Koreyê jî tê hinardekirin.

Xwediyê Kargehê Sefa Tanrikulu anî ziman, “Em her sal meha Gulanê dest bi kar dikin û karê me heta meha Îlon û Cotmehê jî berdewam dike. Wate em 5 mehan xwê berhem tînin. Em tenê dikarin havînê vî karî bikin. Ji ber zivistanê hilmûgulm çênabe, karê me disekine.”

Ji ber ev xwê ji kaniya xwezayî ye, di çêkirina penirê meşkê, tirşû û pelên apraxan de tê bikaranîn ku demeke dirêj nahele ew berhem xirab bibin.