Derhata Erebistanê ji Hecê çiqas e?
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i342495-derhata_erebistanê_ji_hecê_çiqas_e
Derhata Erebistana Seûdî ji Hecê salê derdora 150 miliyar Dolar hatiye berawirdkirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tîrmeh 13, 2023 17:39 Asia/Tehran
  • Derhata Erebistanê ji Hecê çiqas e?

Derhata Erebistana Seûdî ji Hecê salê derdora 150 miliyar Dolar hatiye berawirdkirin.

Derhata Erebistana Seûdî ji Hecê salê derdora 150 miliyar Dolar hatiye berawirdkirin û pêşbînî tê kirin ku ev reqem heta sala 2032an bigihêje 350 miliyar dolarî.

Li gorî rapora ISNA'yê, Dewleta Erebistana Seûdî binesaziyên nû di warê geştyarî û rêwîtiyên ziyaretê da raber kirine ku ev welata kiriye meqsedeke cihêreng ji bo geştyarên mezhebî û ne-mezhebî.

Malpera Future Market Insights'ê pêşbînî kiriye ku Bazara Hecê ya Erebistana Seûdî bi mezinbûna salane ya sedî 7 dê derhata 350 miliyar dolarî di sala 2032an da bi dest bixe.

Tê gotin di Heca 2023an da ku Heca herî mezin ji dema Pandemîya Koronayê va heta niha bûye, miliyonek û 800 hezar kesî berê xwe daye vê rêûrisma mezhebî.