Xetera kokbirrbûna sedî 40ê gîha û ajelan li Amerîkayê
Xetera kokbirrbûnê gefê li sedî 40ê gîha û ajelan li Amerîkayê dixwe.
Koma Lêkolînê ya Parastina Ximhêrên Xwezayê ango Nêyçir Rêzêrv (Nature Reserve) di raporekê da ragihand: Sedî 40ê gîha û ajelên Amerîkayê di halekî da ber xetera kokbirrbûnê da ne ku sedî 41ê ekosîsteman ber xetera têkçûna tam da ne.
Koma Lêkolînê ya Nêyçir Rezervê herwiha ragihand ku gellek gîha û ajel li Amerîkayê ber xetera kokbirrbûnê da ne lê xetera herî zêde gefê li gîha û ajelên hin beşên eyaletên Kalîfornîya, Tegzas û başûr û rojhilata Amerîkayê dixwe.
Li gorî vê raporê, gefên curbicur hene; têkdana warê jîyana ajel û gîhayan, bikaranîna jîngehê bo karên cida, curên êrişker ên li jîngehê, bendavlêkirin, qirêjbûn û pîsbûna ava çeman û guherîna rewşa av û hewayê ji wan in.