Werşowa Polonyayê; Bajarê kilîseyên kevn û dîrokî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i338436-werşowa_polonyayê_bajarê_kilîseyên_kevn_û_dîrokî
Werşowa paytexta Polonyayê li cîhanê bi kilîseyên xwe yên kevn û dîrokî nasyar e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2022 13:00 Asia/Tehran
  •  Werşowa Polonyayê; Bajarê kilîseyên kevn û dîrokî

Werşowa paytexta Polonyayê li cîhanê bi kilîseyên xwe yên kevn û dîrokî nasyar e.

Polonya anku Lehistan welatekî ewropî yê herî mezhebî ye û gelek cihwarên dînî li vî welatî hene.

Bajarê Kevn (Old Town) taxek e ku hema bêje li navenda Werşowa niha ye û kevnatiya wê vedigere sedsala 15an. Di vê taxê da hin kilîseyên dîrokî hene.

Werşow di dem û rojên Krîsmes û cejnên sala nû da tê xemilandin û ronîkirin.

Kilîseyên mezin ên weke Sentjane, Saint Joseph, Alexandra û Marsînayê hinek kilîseyên dîrokî li taxa Bajarê Kevn a navenda Werşowê ne. Van rojan bi boneya Krîsmesê û sersala mîladî, bernameyên cûr bi cûr li van kilîseyan tên lidarxistin.

Nifûsa Polonyayê 38 miliyon kes e û wek heştemîn welatê mezin ji hêla nifûsê li parezemîna Ewropayê û yê şeşem li Yekîtiya Ewropayê ye.

Niha 33 miliyon xirîstiyaniyên katolîk li Polonyayê dijîn.