'Dynamitron' wek yekem makîneya lezder a xwecihî li Îranê hat nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i338227-'dynamitron'_wek_yekem_makîneya_lezder_a_xwecihî_li_Îranê_hat_nimandin
Yekem makîneya lezdera elektrostatîk a pêşeyî ya elektronkê bi navê 'Dynamitron'ê bi amadebûna Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û Wezîrê zanistê hat nimandin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 19, 2022 10:06 Asia/Tehran
  • 'Dynamitron' wek yekem makîneya lezder a xwecihî li Îranê hat nimandin

Yekem makîneya lezdera elektrostatîk a pêşeyî ya elektronkê bi navê 'Dynamitron'ê bi amadebûna Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û Wezîrê zanistê hat nimandin.

Li gorî rapora IRNAyê, makîneya lezder a bi navê Dynamitron'ê dikare di warên tîşkpêdana madeyên xwariniyê, strîlkirina alavên bijîşkî, tîşkpêdana têl û kablan, tîşkpêdana tekeran, tîşkpêdana fomê û tîşkpêdana pîsavê da were bikaranîn.

makîneya lezder a Dynamitron'ê her wiha di warê çandina yonê (Ion), analîza digel ziravoka yonê û her wiha berhemênera Notronê li BNCT'yê tê bikaranîn.

Muhemed Îslamî alîkarê serkkomar û Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û Muhemedelî Zolfî Gul wezîrê Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê yê Îranê roja Şemiyê yekem makîneya lezdera elektrostatîk a pêşeyî ya elektronkê bi navê 'Dynamitron'ê nimand.