Kompaniyeke çînî asfalta jîngehdost berhem tîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i337213-kompaniyeke_çînî_asfalta_jîngehdost_berhem_tîne
Kompaniya Petrokîmyaya Şanghayê ya Çînê ku asfalta jîngehdost berhem tîne, ragihand: Asfalta ku em berhem tînin bêyî dûkel û bêhna ziyanbar e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2022 06:08 Asia/Tehran
  • Kompaniyeke çînî asfalta jîngehdost berhem tîne

Kompaniya Petrokîmyaya Şanghayê ya Çînê ku asfalta jîngehdost berhem tîne, ragihand: Asfalta ku em berhem tînin bêyî dûkel û bêhna ziyanbar e.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Kompaniya Petrokîmyaya Şanghayê ya Çînê ragihand: Ev asfalt guncan ji bo çêkirina tûnel û rêyan, her wiha park û seyrangehan e.

Asfaltên asayî li hemberî pileya bilind a germayê hesas in û gaz û bêhnên ziyanbar û jehrî ji xwe didin der, lê asfalta berhemhatî li Çînê ji materyalên taybet û bêzirar hatiye çêkirin; loma tu ziyan û zirara wê ji bo tenduristiya mirov û jîngehê tune.

Ev asfalt ji aliyê kompaniyên çêkirina rê va hatiye pêşwazîkirin û biryar e ku ji bo berhemanîna girseyî were xurtkirin da ku bi awayê pratîkî were bikaranîn.