Parka Tendûreyê; herêmeke parastî li bakûrê Xorasanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i337126-parka_tendûreyê_herêmeke_parastî_li_bakûrê_xorasanê
Parka neteweyî ya Tendûreyê herêmeke parastî li bakûrê rojhilaatê Îranê û nêzikî sînorê Tirkmenistanê ye.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 18, 2022 07:18 Asia/Tehran
  • Parka Tendûreyê; herêmeke parastî li bakûrê Xorasanê

Parka neteweyî ya Tendûreyê herêmeke parastî li bakûrê rojhilaatê Îranê û nêzikî sînorê Tirkmenistanê ye.

Ev herêm beşeke ji rêzzeçiyayên Hezarmeçîtê (Hezar Mizgeft) li bakûrê parêzgeha Xorasana Rezewî û ser bi şaristana Deregezê ye û li rojhilatê şaristana Qoçanê ye. Ev herêm ji çavkaniyên warê avî yê Herîrûd û Keşefrûdê û beşeke çavkaniya avê ya çemê deşta Dirûngerê li şaristana Deregezê ye.

Parka neteweyî ya Dirûngerê demekê wek seyrangeha gelê şaristanên Deregez û Qoçanê bû û tê da geliyên herî kûr û sipehî û hevraz û nişêvên zehf hene. Ev park ji baştirîn jîngehên ajelên kovî bi taybet pilingê îranî, pezkovî û berankoviyên oryal e.