Isfehek; gundekî dîrokî li şaristana Tebesê ya Xorasana Başûr
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i337025-isfehek_gundekî_dîrokî_li_şaristana_tebesê_ya_xorasana_başûr
Isfehek gunekî kevn û dîrokî li şaristana Tebesê ya rojavayê parêzgeha Xorasana Başûrê (rojhilatê Îranê) ye ku wek "Gundê Kelpêç, av û neynikê" tê naskirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çirî 13, 2022 08:21 Asia/Tehran
  • Isfehek; gundekî dîrokî li şaristana Tebesê ya Xorasana Başûr

Isfehek gunekî kevn û dîrokî li şaristana Tebesê ya rojavayê parêzgeha Xorasana Başûrê (rojhilatê Îranê) ye ku wek "Gundê Kelpêç, av û neynikê" tê naskirin.

Xaniyên vî gundî ji kelpêç û heriyê hatine çêkirin û wek armanceke geştyariyê balê dikişîne. Gelek dîmenên xweşik li vî gundî hene û ev tenê beşeke kavilên bicihmayî ji erdheja Tebesê ya sala 1978an e. Rewşa hewa li Isfeheka Tebesê ji ber nêzikatiya wî li çiyayan, hinekî hêniktir e.

Ev gund 38 kîlometreyan dûrî rojhilatê bajarê Tebesê ye. Li vî gundî zeferan û pûngê xwecihî tê çandin. Her wiha darên Nexl (darên xurmeyê) û Narincê jî bi awayekî berbelav li dora gund tên dîtin.