Zanyarên çînî kanzayeke nû li Heyvê kişf kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i336388-zanyarên_çînî_kanzayeke_nû_li_heyvê_kişf_kir
Zanyarên çînî kanzayeke nû li nav nimûneyên bidesthatî ji ser Heyvê kişf kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2022 06:36 Asia/Tehran
  • Zanyarên çînî kanzayeke nû li Heyvê kişf kir

Zanyarên çînî kanzayeke nû li nav nimûneyên bidesthatî ji ser Heyvê kişf kir.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Rêxistina Fezayî ya Çînê û Rêxistina Enêrjiya Atomê ya vî welatî bi awayê hevpar ragihand ku zanyarên çînî bo cara yekem kanzaya bi navê "Changesite" ku şeşemîn kanzaya taybet a kişfbûyî li Heyvê ye, tomar kiriye.

Madeya nû ya peydabûyî li nimûneyên kevir û axê yên berhevkirî ji aliyê Heyvgerra "Chang'e 5" ku sala 2020î bo Heyvê hat şandin, wek "Changesite-(Y)" hatiye binavkirin.

Wang Şûcin ji zanyarên Enistîtûya Lêkolînên Erdnasî û Ûraniyûmê ya Pekînê di vî warî da got: Ev nimûneya kanzayê wek pirtikeke take-kirîstalî ya bi çembera 10 mîkron e ku ji aliyê lêkoleran va û bi awayê destî ji zêdetir ji 140 hezar hûre-pirtikên din hatiye veqetandin.

Beriya Çînê, Amerîka û Rûsiye bi berhevkirina nimûneyên kevir û axê ji ser Heyvê, di kişfkirina kanzaya nû da pêşneg bûn.