Tîrmeh 07, 2022 09:10 Asia/Tehran
  •  Ava şîrîn tenê %2.5ê ava cîhanê pêk tîne; Girîngiya paqijkirin û bikaranîna ava pîsbûyî;

Nêzîkî %80yî ava pîsbûyî ya cîhanê bêyî ku bê paqijkirin bo nav jîngehê tê berdan. Ew %20ê ku tê paqijkirin tenê beşeke wê ya kêm bi kêrî wêya tê ku di cî de bê bikaranîn.

Paqijkirin û bikaranîna ava serşuştin, cilşuştin, hewzên avjeniyê û kargehên pîşesaziyê heta niha nebûne tiştekî ku bi berfirehî bê kirin, tevî ku ew ji bo parastina çavkaniyên hêja yên avê û kêmkirina bermayiyên zerardar, ji jîngehê re alîkar e.

Ava ku dubare tê paqijkirin, dikare ji bo destav, avdana zadan, paqijkirina rê û banan, makîneya firoke û cîhên pîşesaziyê bê bikaranîn. Û dikare bo xwezayê, heta bo ava vexwarinê bê veguhestin.

Li Sîngapurê rojane ji ava qirêj nêzîkî 900 hezar lître ava paqij tê berhemanîn û ev jî %40ê pêwîstiya wî welatî dabîn dike. %30yê ava dubare tê paqijkirin li malan tê bikaranîn.

 

Li herêmên ku çavkaniyên avê lê kêm in, bikaranîna avê wekî dewlemendiyeke girîng tê dîtin.

Paqijkirina ava pîs pêvajoyek e û destpêkê parzûnek hûrikên req ji avê vediqetîne. Parzûna duyemîn tenê perçeyên piçûk, wek avê radike û bakterî, vîrus û madeyên kîmyewî ji holê radike.

Herî dawî jî, mîkrobên ultraviyole paqij dikin, ku dibe ji parzûnan derbasbûne.

Ava şîrîn tenê %2.5ê ava cîhanê pêk tîne. Tevî wê ya ku bi awayekî serekî, ji ber astengiyên derûnî ava pîsbûyî li seranserê cîhanê weke pêwîst nayê paqijkirin, bikaranîna avê bûye pirseke jîngehî, komelayetî û aborî ya zêde girîng.