Îrana Îro; Mînakarî an jî Mînasazî, hunera agir û axê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i329220-Îrana_Îro_mînakarî_an_jî_mînasazî_hunera_agir_û_axê
Mînakarî an jî Mînasazî hunerek e bi raboriya derdroa pênc hezar salî ku wek pîşeyeke destê tê hesibandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2021 05:32 Asia/Tehran
  • Îrana Îro; Mînakarî an jî Mînasazî, hunera agir û axê

Mînakarî an jî Mînasazî hunerek e bi raboriya derdroa pênc hezar salî ku wek pîşeyeke destê tê hesibandin.

Roja îro ev hunder herî zêde li ser mîsê tê kirin, lê dikare li ser zêr, zîv û feraqên axînî anku Sufalê jî were kirin.

Li Îranê navenda vê hunerê bajarê Isfehanê ye û mamosteyên binavûdeng di berhemanîna Mînaakariyê li wir mijûl in. Wateya herî nêzik jibo peyva Mînayê, asimanê Şîn e.

Mînakarî hunerek e ku neqş û dîzaynên cûr bi cûr ku pirranî bi qelema sipî ne li ser feraqên ji mîs, zîv û zêr tên neqişandin. Rengê zemîneya bin neqş û nîgaran bi giştî şîn, kes û carinan jî sor e ku eger em bi çavekî hunerî li nav feraqa neqişandî ya Mînayê binêrin, şînatiya bedew a asimên tîne bîra me. Renge ji ber vê yekê ye ku navê Mînakariyê li vê hunerê kirine.