Îlon 25, 2021 08:48 Asia/Tehran
  •  Burhan Sonmez ji bo Serokatiya PEN'a Navneteweyî hat hilbijartin

Nivîskar Burhan Sonmez ku heta niha endamên Lijneya Rêveberiya PEN'a Navneteweyî bû ji bo Serokatiya PEN'a Navneteweyî hat hilbijartin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Civîna PEN'a Navneteweyî di navbera 20-22'yê vê mehê de li dar ket. Ji bo serakotiya PEN'a Navneteweyî sê berendam hebûn. Burhan Sonmez, Gioconda Belli û Ben Okr. Endamên PEN'ê Burhan Sonmez ji bo serokatiyê hilbijart.

PEN'a Navneteweyî ji ser hesabê xwe yê twittirê re eşkere kir ku Sonmez bûye Serokê PEN'a Navneteweyî. PEN'a Navneteweyî ev peyama Sonmez ji ser hesabê xwe re belav kir: "Ez sipasiya endaman dikim ku pêşeroja PEN'ê emanetê min kirine. Di dema ku ez serokatiya vê organîzasyonê bikim vê rûmet û berpirsiyariyê ezê di dilê xwe de ragirim."

Burhan Sonmez kî ye?

Nivîskar Burhan Sonmez ji kurdên Haymanayê ye û di sala 1965'an de hatiye dinê. Zanîngeha Hiqûqê ya Stenbolê xwendiye.

Yekem romana Sonmez di sala 2009'an de bi navê "Kuzey" derketiye. Dûre roman û çîrokên din. Wî di sala 2017'an de li New Yorkê Xelata Vaclav Havel, di sala 2018'an li Londonê Xelata Wêjeyê ya EBRD girtiye. Li Tirkiyeyê wî di sala 2011'an de Xelata Sedat Simavi ya Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê, li Îzmîrê jî Xelata Saint Josef girt.

Sonmez pirtûkên xwe bi tirkî diweşîne û heta niha pirtûkên wî ji bo li dor 40 zimanî hatine wergerandin.

Va ne pirtûkên wî:

- Kuzey, 2009, Roman

- Masumlar, 2011, Roman

- İstanbul İstanbul, 2015, Roman

- Labirent 2018, Roman

- Taş ve Golge, 2021, Roman

PENA'a Kurd ew pîroz kir

PEN'a Kurd ji ser hesabê xwe yê twitterê re peyameke belav kir û serokatiya wî pîroz kir.

 

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî ji bo Sonmez ev peyama pîrozbahiyê weşand: "Em gelek kêfxweş in ku nivîskarê kurd ê hêja Burhan Sonmez bûye serokê Pen Internationalê. Em nivîskarê hêja ji dil pîroz dikin û hêvîya serkeftinê jê re dixwazin. Bi hêvîya zêdebûna nimûneyên we di nav gelê me de."

Serepeyv