Sûdên Zerçoweyê; Ji pergala mehandinê heta têkbirina înfeksiyonan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i328246-sûdên_zerçoweyê_ji_pergala_mehandinê_heta_têkbirina_înfeksiyonan
Zerçowe biharateke hezkirî li ba îraniyan e ku ji ber rengê zer û tama wê ya germ di gelek xwarinan da tê bikaranîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 13, 2021 13:31 Asia/Tehran
  • Sûdên Zerçoweyê; Ji pergala mehandinê heta têkbirina înfeksiyonan

Zerçowe biharateke hezkirî li ba îraniyan e ku ji ber rengê zer û tama wê ya germ di gelek xwarinan da tê bikaranîn.

Zerçoweyê ji bilî reng û tama xwe, gelekî sûdm din jî jibo tendurustiyê hene.

Sûdên Zerçoweyê jibo leşê mirov

Zerçowe ji malbata Zencefîlê ye. Ev giya bi pirranî li welatên başûrê rojhilatê Asyayê şîn dibe û Hindistan welatê herî mezin e ku vî giyayî hildiberîne.

Sûdên Zerçoweyê jibo mêde û pergala mehandinê

Sûdên Zerçoweyê jibo mêde û pergala mehandinê (hezm), têkildarî taybetiya Antî OPksîdana wê ye. Zerçowe dikare alîkariya bo mehandina xwarinê bike û jibo başbûna berşoşkîbûnê, êş an îltihab û birîna mêde, jidestçûna meyla xwarinê, bayê rîviyan û hwd sûdmend be.

Sûdên Zerçoweyê jibo movik û masûlkeyan

Taybetiya dijî hawkirin û îltihabê ya Zerçoweyê dê êşa masûlke û movikan ji nav bibe. Zêdekirina qaseke kêm a Zerçoweyê li xwarina rojane, dikare heta asteke zêde êşa û werimîna masûlke û movikan kêm bike.

 

Sûda Zerçoweyê jibo çêrm

 

Bikaranîna Zerçoweyê bi awayê nuqteyî, jibo dermankirina xurîna çerm, gestina (gezkirin) silûkê, birînên ser çerm, werimîn û îltihaba çerm a ji ber tîrêjdermaniyê sûdmend be.

Sûdên din ên Zerçoweyê jibo leşî

Ji bilî babetên navbirî, Zerçowe dibe sebeba başbûna xebata pergala esebî, kêmbûna nîşaneyên damayîn û bêhntengiyê û nexweşiya bîrbîrokîbûnê (alzaymer), her wiha başbûna piştî nîştergerî û nexweşiya şêrpenceyê û hwd.

Divê ev yek jî were gotin ku hin ziyan û zirarên bikaranîna Zerçoweyê jî hene; Em ê di beşeka din da vê yekê jî hilêxînin.