Stêrknasan hûşiyeke stêrkan a nû li Kadiza Rêya Şîrî keşif kirin
Stêrknasan bi sûdwergirtina ji Setlayta Gaia'yê ya Rêxistina Fezayî ya Ewropayê bi awayekî çaverênekrî hûşiyeke vekirî ya nû li Kadiza Rêya Şîrî keşif kirin.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Physê, Hûşiya nû keşifbûyî ku navê Ash-1 lê hatiye kiirn hema bêje ciwan e û herî kêm 40 stêrkan digire ber xwe.
Hûşiyên Vekirî (Ocs) ku ji ewrekî molekûlî yê mezin pêk hatine, hin komên stêrkan in ku ji hêla hêza kêşan û geravîtiyê va peywendiya wan digel hevûdu heye. Heta niha zêdetirî hezar babetên wan li Kadizza Rêya Şîrî hatine keşifkirin û zanyar hîn jî hêvîdar in ku cûreyên din ên van komstêrkan peyda bikin.
Komeke stêrknasan bi rêberiya Eşref Letîf Tedrûs ji Enstîtûya Neteweyî ya Lêkolînên Strêknasî û Geofîzîkê li Qahireya Misrê ev keşif pêk anîne. Wan ev hûşiya vekirî ya nû li Komstrêra Sagittaruis'ê û li qada têkildarî hûşiya Majaess 190 nas kirine ku kêmtir lêkolîn li ser hatiye kirin.
Li gorî nivîsara ku van lêkoleran weşandiye, Hûşiya Ash-1'ê bi giştî 455 caran girstir û girantir ji Rojê ye. Hatiye texmînkiirn ku kevnatiya vê hûşiyê 630 miliyon salî be û Dema Tenahiya (Relaxation Time) wê derdora 25 miliyon sal hatiye texmînkirin.