Testa Strêsê ya li nav malê hat xuliqandin
Lêkoleran amûreke aşkirakera strêsê çê kirine ku dikare wek testeke nav malê were bikaranîn.
Li gorî rapora ISNAyê, Lêkoleran bi bikaranîna nano-pirtikan hîskerek çê kirine ku asta Hormona Kortîzolê (Cortisol) ku nîşana hebûna strêsê ye diyar dike û bihêztir ji şêwazên heyî ye.
Ev test erzan û bi rehetî li ber dest e û me pêngavekê li testa diyarkirina asta strêsê nêzktir dike.
Strês ji bo gelek kesan pirsgirêkan çê dike; dibe ku ji ber kar, rewşa jiyanê yan jî ji ber rewşa aborî be. Dema ku mirov tûşî strêsê dibe bedena wî Hormona Kortîzolê azad dike û wî dixe rewşa amadebaşê. Strês dibe sebeb ku tenduristî lawaztir bibe.
Hebûna hîskerên ku asta Kortîzolê bipîvin, ji bo kontrolkirina strêsê û destwerdanê di rewşên pêwîst da giring e.
Bo vê mebestê, lêkolerên Zanîngeha Xi’an Jiaotong-Liverpoolê nano-pirtik ji bo çêkirina amûreke diyarkirina asta Kortîzolê bi kar anîne.
Tang Cî xwendekarê Doktoriyê û Teknesiyenê payebuilind li vê zanîngehê û sergêrê vê lêkolînê dibêje: Ev demeke dirêj e ku em di fikra çêkirina amûreke bi bihayê guncan ji bo pîvandina asta Kortîzolê bûn ku bi rehetî were bikaranîn û nimûneyên wê hêsan bên çêkirin. Eva dikare ciyawaziyeke mezin di diyarkirina guncan û bilez a asta Kortîzolê pêk bîne û jiyana mirov gelekî baştir bike.