Gemariya hewa peydakirina xwarekê ji bo kêzikên tozweşîn dijwar kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i347144-gemariya_hewa_peydakirina_xwarekê_ji_bo_kêzikên_tozweşîn_dijwar_kiriye
Lêkolîneke nû aşkira kiriye ku madeyên kîmyewî li hewa îhtimala xwezêdekirin û şînbûna giyayan tûşî nakokiyê aniye; ji ber ku hebûna gemarîyê di hewa da dibe sebeb ku bêhna giyayên guldar baş belav nebe û mêş û kêzikên tozweşîn anku Pollinator bi rihetî nekarin wan peyda bikin.
(last modified 2024-03-17T13:12:20+00:00 )
Adar 17, 2024 16:03 Asia/Tehran
  • Gemariya hewa peydakirina xwarekê ji bo kêzikên tozweşîn dijwar kiriye

Lêkolîneke nû aşkira kiriye ku madeyên kîmyewî li hewa îhtimala xwezêdekirin û şînbûna giyayan tûşî nakokiyê aniye; ji ber ku hebûna gemarîyê di hewa da dibe sebeb ku bêhna giyayên guldar baş belav nebe û mêş û kêzikên tozweşîn anku Pollinator bi rihetî nekarin wan peyda bikin.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Civata Abora Cîhanî, Ev lêkolîn ku di Kovara Science da hatiye weşandin nîşan dide ku çawa radîkalên Nîtratê (NO3) û gemarkerên Ozonê dikarin belavbûna bêhna xwezayî ya giyayan kêm bikin; radîkalên Nîtratê dikarin di encama şewitînê li erebeyên bi ardûya benzînê û hêzgehên komêr û gazê pêk bên.

Li gorî vê lêkolînê, hin riwek weke Gula Pamçalê ji ber kêşeyên pêkhatî ji bo kêzikan bo peydakirina gulan derdora sedî 28 tûşî kêmbûna berhemanîna toxim bûne.