Îxanet an xîyanet? kîjan durust e?
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i344137-Îxanet_an_xîyanet_kîjan_durust_e
Bilêvkirina #kurdî “xîyanet” e û bilêvkirina #tirkî “îxanet” e.
(last modified 2023-10-13T02:15:14+00:00 )
Çirî 13, 2023 05:40 Asia/Tehran
  • Îxanet an xîyanet? kîjan durust e?

Bilêvkirina #kurdî “xîyanet” e û bilêvkirina #tirkî “îxanet” e.

 

Kurdên Sûriyê dibêjin, “xîyanet”, tenê niha di bin bandora Kurdên Tirkiyê de “hin kes” dibêjin, “îxanet”.

Peyv bi xwe erebî ye.

Tirkan peyv ji gelek zimanan birine û bandora zimanê tirkî li wan peyvan hatiye kirin.

Ji wan jî peyva “şkence” ku peyveke îranî ye, di tirkî de bûye “îskence, îşkence” û hin Kurd jî peyvê wekî bilêvkirina tirkan dibêjin û dinivîsin.

Bilêvkirin cuda ye ji kurdîkirina peyvê, mirov dikare wê bike kurdî, anku li gor rêzimana kurdî, “xayintî”. xayin+tî

Ev form jî heye “xayintî”, lê “Xîyanet” qalibê erebî ye.