Êdî Bakterî bêyî hewcetiya bi Antîbiyotîkan tên jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i343890-Êdî_bakterî_bêyî_hewcetiya_bi_antîbiyotîkan_tên_jinavbirin
Hindê şêwazeke nû ji bo jinavbirina bakteriyan bêyî hewcetiya bi Antîbiyotîkan keşif kir.
(last modified 2023-10-01T08:08:46+00:00 )
Çirî 01, 2023 11:35 Asia/Tehran
  • Êdî Bakterî bêyî hewcetiya bi Antîbiyotîkan tên jinavbirin

Hindê şêwazeke nû ji bo jinavbirina bakteriyan bêyî hewcetiya bi Antîbiyotîkan keşif kir.

Lêkolerên Enstîtûya Zanist û Teknolojiya Nanoyê ya Hindê şêwazeke nû ji bo jinavbirina bakteriyên berxwedêr li hemberî dermanan dahênane û hewcetyek bi mesrefkirina dermanan tineye û dibe sebeb bakterî xwebixwe ji nav herin.

Di vê şêweazê da nanopirtik bi meydaneke megnetîkî ya berdewam li derdora bakteriyan tên zêdekirin û piştî demeke kin, bakterî van nanopirtikan hildimijin û xwebixwe dest bi parçebûnê dikin.

Lêkoleran ev şêwaz li nimûneyên lewitî bi bakteriyê ku li hemberî antîbiyotîkên nasyar weke Ciprofloxacin, Cefotaxime, Amikacin, Imipenem û Meropenem'ê berxwedêr bûn, test kirin û pêkhateya lewitî bo heyama 30 deqîqeyan li ber meydana megnetîkî ya 347 Kh danîn û tê gihîştin ku sedî 70 heta 80ê bakteriyan bi tamî ji nav çûne.